Hoşengê Osê nivîser û çavdêrê siyasî yê rojava kurdistanê ku çendîn salan di medyaya partîya karkerên kurdistanê de kar kirîye, eşkere dike ku Cemîl Bayik, Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê “KCK”ê niha li bajarê Qamişlo yê Rojava Kurdistanê ye û dixwaze weke salên 90an ku Ocelan li Qamişloyê bû, ew jî vegere Qamişloyê.
Hoşengê Osê nivîser û çavdêrê siyasî di ropela xwe ya taybet di tora civakî ya Facebookê de bi zimanê ‘Erebî nivîsandiye ku li gor zanyariyên berdestê wî niha Cemîl Bayik li Rojava Kurdistanê ye û amaje bi vê yekê dike ku: “li gor zanyariyên gihîştî destê min, Cemîl Bayik li Qamişlo yê ye, ger ev yek rast be ku behra pêtir raste, eve bi wê wateyê tê ku nakokîyên dinavbera PKK ê û Mezlûm Kobanî û hevalên wî gihiştiye qonaxekî ku vegerîn ji bo tuneye, ango Cemîl Bayik hatiye mijarê bi awayekî yekcarî yekla bike. Ev yek jî nayê encamdan ger bi hemahengî û piştevaniya rejêma sûryê nebe.”
Her weha bas li vê yekê jî dike ku rejîma Esed li pişt terorkirina şexsiyetên eşayirî yên navçeya Cizîrê ye, û dixwazin bi vê yekê Ereba li dijî Mezlûm ‘Ebdî han bidin. Hev dem PKK e jî li pişt leşker kirina bi zor a zarokane daku Mezlûm ‘Ebdî li beramberî sazî û alîyên navdewletî îhrac bikin.
Hoşengê Osê nivîsandiye: “renge Cemîl Bayik xewna bi vegerîn bo Dîmeşqê û li bin parêzvanîya rejêma Esed ê kur bibînît, weke ku Ocelan bera 20 salan kirî. Bayik li ser wê bawerê ye ku rejêma Esed ê kur ji bal Îran û Rûsyayê ve a parastî ye, rewşa wê baştire ji rejêma Hafiz Esed ku neçar bû Ocelan li sala 1998an ji Sûriyê der biket û lihevhatina Edene îmza bike û bazarî li ser lîwaya Iskenderun ji bo Tirkan bikit.”
Ev nivîserê Rojava Kurdistanê eşkere dike ku “Partiya PKK ê nemaye, bi tenê çend grûpek pirr biçûk yên gerîlayan li çiyayên Qendîlê mane, anku Bordomanên tirkiyê leyistokek ji leyistokan e. PKK ê beşekî here zor ê çekdarên xwe ji bo Rojhilatê Kurdistanê veguhastine û niha destdirêjiyê li ser Partîyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê dikin. Beşek din ji çekdarên PKK ê çûne Şengalê û kampa Mexmûrê, serkirdatiya PKK ê jî bi hemahengî û biryara rejêma Îranê niha li navçeyên jêr desthilata YNK ê dane”.
Hoşengê Osê dibêje navçeyên kurdî li Rojava Kurdistanê gihiştîne qonaxeke germ û êklaker, “hebûna Cemîl Bayik li Rojava bi vê wateyê tê ku hemû hewildanên Sebrî Ok, Murad Karaylan û Duran Kalkan ji bo razîkirina Mezlûm Kobanî ji bo vegerîna wî bo nav çarçûvê PKK ê û pabend bûn bi biryar û ecîndayên wê, şikestin anîye. Cemîl Bayik li Rojava ye daku mijarê bi yekcarî yekla bike, xwe ger vê yekê pêwîstî bi çareseryeke serbazî û bi xwîn be.”
Sebaret egera bikaranîna hêzê û çareseriya serbazî li himber kesekî weke Mezlûm ‘Ebdî, ev nivîsere bi pişt bestin bi giftugoyek rojnamevanî a Kirîs Koçêra, rojnamevanê Firensî di gel Ocelan li sala 1999an dike ku di Kovara “Alweset” a Lendenî de hatiye belavkirin û mehekê bera bihête desteserkirin, Ocelan, Cemîl Bayik bi vê yekê sûçbar dike ku fermana kuştina hevalên xwe yên brîndar derkirîye û ew kuştîne. Ji ber vê yekê “li gor van sûçbarkirinên Ocelan be, Bayik tawanbarê cenge, her kesek biryara kuştina birîndarên dujminî bide tawanbarê cenge, evca kesek ku biryara kuştina hevalên xwe bide?”.
Di dawiya nivîsîna xwe de Osê dibêje: “kesên ku dikarin vê mijarê yeklayî bikin, Nûredîn Sofî, Bahoz Erdal, Îlham Ehmed, Fewze Yusif û kesên dinin, Aldar Xelîl jî yekla bûye ku zilamê Cemîl Bayik e. Mezlûm ‘Ebdî û kesên di gel wî de, bi qonaxeke gran û hestiyar de derbas dibin, qonaxek weha ku wê hebin yanjî nabin, ev yek ji bo Cemîl Bayik û zilamên wî li rojava jî dibe”.
Tekez kir: “axaftinên vê dawîyê yên Cemîl Bayik tekez li gelek tiştan kir ku me pêş niha baskirin. Her weha nûçeya çûna Bayik ji bo rojava û egera çûna wî ji bo Dîmeşqê yan jî dîdara wî digel berpirsên ewlehî yên Sûriyê li balefirxaneya Qamişlo, egerek pirr bihêze”.
Ev yek di demekîdaye ku pêş niha Cemîl Bayik bi fermî dijatiya xwe ji bo lihevhatina Rêveberiya Rojava Kurdistanê û şirketên Amerîkî di bîyavê petrola rojava kurdistanê de ragihandibû.