Rêveberiya Xweser yasaya “Parastin û Rêvebirina Milkên Kesên Nediyar” radiwestîne

Rêveberiya Xweser yasaya"Parastin û Rêvebirina Milkên Kesên Nediyar" radiwestîne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand; yasaya “Parastin û Rêvebirina Mal û Milkên Kesên Nediyar” hat rawestandin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yasaya hejmara 7 a sala 2020an ku bi “Parastin û Rêvebirina Mal û Milkên Kesên Nediyar” hatiye binavkirin, hat rawestandin û dê car din li ser vê yasayê were axaftin, da ku li gor mafên welatî û gelên herêmê be.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin; “ev biryar ji ber wê yekê hatiye dayîn ku ev yasa ji aliyê medya, saziyên sivîl û cemawer û xelkê bakur û rojhilatê Sûriyê yên li derveyî welat ve, xelet hatiye fêmkirin”.

Dema yasaya “Parastin û Rêvebirina Mal û Milkên Kesên Nediyar” hatibû ragihandin, ji aliyê koçberên rojavayê Kurdistanê û partiyên siyasî ve rexne lê hatibû kirin, ku dihate gotin: “Rêveberiya Xweser dikare destê xwe deyne ser mal û milkên koçberên ku merivên wan ên di pileya yekem û duyem de nînin.”

Li ser vê mijarê, Mafnas Ridwan Sîdo, Endamê Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê ji K24ê re ragihandibû; ev yasaya nû ya Rêveberiya Xweser ne rewa ye û yasayeke paşketî ye. Pêwîst bû vê yasayê merivên koçberan ên di pileya sêyem û çarem jî li xwe bigirta, yan jî kesê nediyar (koçber) bikare bi rêya wekîlekî mal û milkên xwe biparêze û îdare bike.

Pustên heman beş