Parlamentoya ‘Erebî li dijî Tirkiyê bang li civaka navdewletî kir

Parlamentoya'Erebî li dijî Tirkiyê bang li civaka navdewletî kir

Parlamentoya ‘Erebî li dijî operasyon û êrîşên Tirkiyê yên li nav axa başûrê kurdistanê şermezar kirin. Komkara ‘Erebî jî careke din piştevaniya xwe ji her pêngaveka Îraqê ragihand ku di qada civakî navdewletî de li dijî Tirkiyê bavêje.

Serokê parlamentoya ‘Erebî dir. Meşal bin Fehim el Salamî, êrşên Tirkiyê şermezar kirin û bang li encûmena asayîşa navdewletî kir ku êrîşên Tirkiyê rawestîne.

El Salamî tekez kir ku êrîşa li Sîdekanê û operasyonên dinên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê, “binpêkirineke zelal a yasayên navdewletî û serweriya Îraqê ye.”

Sekreterê giştîyê Komkara ‘Erebî Ehmed Ebu Gayt jî nerazîbûna xwe li hember êrîşa Tirkiyê ya li Sîdekanê derbirî û got, “em êrîşa Tirkiyêya li herêma Sîdekanê ku bû sedema şehîdûna du fermandar û leşkerekî ji hêzên çekdarên Îraqê bi tunditirîn şêwe şermezar dikin.”

Sekreterê giştîyê Komkara ‘Erebî jî tekezî li ser wê kir ku “Tirkiye yasayên navdewletî û serweriya Îraqê bin pê dike” û got, “em piştevaniya her pêngaveka Îraqê dikin ku di qada navdewletî de ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê û parastina serwerî, ewlehî û seqamgîrîya xwe davêje.”

Pustên heman beş