Ev heftî ji boy PKK ê dijwar bû

Ev heftî ji boy PKK ê dijwar bû

Li Gevera navçeya Hekariyê şer qewmî û 3 Gerîla canê xwe ji dest da, ev jî dibe roja 6an li pey hev PKK e zirarên canî li Bakur û Başûrê wilat dide.

Li gor agahiyên destê me, îro roja pêncşemî 13/8/2020an, hêzên cendirmeyên dewleta Tirk li navçeya Geverê a girêday Hekariyê, êrîş li dijî PKK ê hatin kirin, di encamê de 3 Gerîla canê xwe ji dest da.

Li Başûrê Kurdistanê jî, balefirên ceng êrîş li herêma Zapê pêkanîne û 2 Gerîla li wir hatine hedef kirin.

Ev dibe roja 6an di vê heftiyê de ku êrîşên Tirkiyê li dijî PKK ê li Başûr û Bakurê Kurdistanê dijwar bûne, herî kêm 10 Gerîla canê xwe ji dest dane, li himber PKK ê 2 eskerê Tirk li Heftenînê kuştne.

Pustên heman beş