Li derdora Bidlîsê 3 Gerîla ketin ber êrîşan

Li dorbera Bidlîsê 3 Gerîla ketin ber êrîşan

Arteşa Tirkiyê îro êrîşeke li derdora parêzgehîya Bidlîsê a Bakurê Kurdistanê pêkanî û di encamê de, 3 Gerîla hatin hedef kirin.

Li gor agahiyên destê me, îro roja pêncşemî 13/8/2020an, arteşa Tirkiyê û hêza cendirmeyan bi piştgirîya balefirên Kobera, êrîşek li dorbera parêzgehîya Bidlîsê li dijî PKK ê kir û di encamê de, 3 Gerîla canê xwe ji dest da.

Îro li navçeya Geverê a devera Hekariyê jî, êrîş li ser PKK ê hat encam dayîn û bi wê sedemê 3 Gerîla li wir jî hatin hedef kirin.

Di dû rojên rabûrî de, tenê li Bakurê Kurdistanê Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê 6 Gerîlayên xwe ji dest dane, lê belê heya niha HPG ê tu agahî li derbara vê mijarê nedane.

Pustên heman beş