HPG e dibêje gelê Kurd di xew de bû, lê bi felsefeya Apo hişyar bûye
Partîya Karkerên Kurdistanê nasnameya fermandarê xwe ê ku di êrîşa 11 vê mehê de li Sîdekanê li Başûrê wilat hatîye hedef kirin îlan kir.
Navenda ragihandin û çapemenîya HPG ê, îro roja pêncşemî 13/8/2020an eşkere kir, fermandarê wanê herêma Xwakurkî bi navê Mûrat Kalko û kod navê Agît Garzanê di êrîşa Sîdekanê de ketîye ber êrîşa bê pîlotên Tirkiyê û canê xwe ji dest dayî ye.
HPG ê eşkere kir ku rêhevalê wan Agît Garzanê di fermandarîya Xakurkê de cih digre, ew di êrîşa dewleta Tirk de li 11 tebaxê de hatîye hedef kirin.
HPG ê di daxuyanîya xwe de behsa gotineke Apo kirîye û dibêje: ((PKK e tevgera serfiraziyê ya gelekî di xew de bû û bi felsefeya jiyana nû ya rêber Apo hişyar bûye)).!
Agît Garzan di sala 1975an de li Qerisê ji dayk bûye û di sala 1993an de li Xerzanê tevlî PKK ê bûye, di 27 salên Gerîlatiyê de tevlî gelek çalakîyan bûye.