Kolberek Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve li deverên sînorî yên bane hate kuştin

Kolberek Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve li deverên sînorî yên bane hate kuştin

Kolberek Kurd di encama teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên Îranê li deverên sînorî yên bajarê Bane li Parêzgeha Kurdistanê de canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên rêkxistina hengaw ji bo mafên mirovan li rojhilatê Kurdistanê, roja pêncşemê, 13ê Tebaxa 2020an, hêzên zêrevanên sînorî yên ser bi supayê pasdarên Îranê ve li sînorê navçeya “Hengejal”ê ya bajarê Bane bi awayek raste rast gule berdane komek ji kolberên kurd û bi vê yekê kolberek bi navê “Hadî Xidirî” yê 22 salî xelkê gundê “Kerîm Awa” canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyên Hengawê, ev hemwelatî ji hêla hêzên leşkerî ve bêy hişyariya pêşîn û li ser gumanbarîya hilgirtina madeyên qaçax hatiye gulle barankirin. Cesedê vî kolberê Kurd li ciyê ji dayik bûna wî hate definkirin.

Kolberî karek pirr dijware ku mirovên li deverên sînorî jiyan dikin ji ber tunebûna derfetên kar vî karî encam didin, û her sal bi dehan kes ji ber xetereyên xwezayî yan jî gulleyên rasterast ji aliyê pasdarên Îranî ve têne kuştin an jî brîndar dibin.

Pustên heman beş