Ji ber ku qedexeya derketina kolanan a li 36 gundên Bedlîsê hat îlankirin, gundî nikarin heywanên xwe bibin mêrgan û bidin çerandin.
Hat ragihandin ji ber operasyonên ku dewleta Tirkiyê li dijî PKK ê bi rêve dibe li Bakurê Kurdistanê ji ber qedexeya derketina kolana ya ku dewleta Tirkiyê li 36 gundên Bedlîsê roja sêşemê îlan kirî gundî nikarin heywanên xwe bibin mêrgan û wan biçerînin.
Ji ber vê yekê gundî neçar man ku gîha û kaya di destê xwe de bi kar bînin daku heywanên wan nemrin. Gundiyan, diyar kirin ku ger qedexeya derketina kolanan dewam bike, wê gîhayê depokirî jî xelas bibe û nikarin heywanên xwe xwedî bikin. Gundiyan, dan zanîn ku ger wisan dewam bike, ewê ji mecbûrî heywanên xwe bifiroşin.
Gundiyan, da zanîn ku ji roja qedexe hatye ragihandin ve gulle li qadên bi daristan tên reşandin û dibe ku her kêlî li qadên daristan şewat rû bide. Gundiyan ragihandin ku balafirên şer jî, bi awayekê ketober herêmê bombebaran dikin.