Balefirên dewleta Tirk îşev êrîşî erebeyeka PKK ê li sînorê Duhokê kir, 3 Gerîla têde bûn û canê xwe ji dest da.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemî 2020/8/13an, balefirên Tirkiyê erebeyeka PKK ê li ser caddeya sereke a navçeya Reşankê li sînorê parêzgeha Duhokê hedef kir.
Dest nîşan kir, 3 gerîlayên PKK ê di erebeyê de bûn û canê xwe ji dest dane, şewat jî bi erebeyê ketîye û tevahî jinav çûye.
Li gor Çavkaniyên Darka Mazî, êrîş li saet 10:10î şev çêbûye.
Dîmenên êrîşê wiha xweya dikin ku ev êrîş li nêzî ciyên nîştecîbûnê ne û bi vê sedemê tirs li cem şêniyên navçeyê çêbûye.
Ev dibe nêzî hefteyekê, êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê dijwar bûne, herî kêm di vê demê de 13 gerîla canê xwe ji dest dane, şêniyên gundên Başûr bi teybet ên sînorê Duhokê pirr ji PKK ê aczin, ew dixwazin gerîla nêzî gundên wan nebin ji bu ku gundên wan nekevin ber êrîşên balefiran.