Balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê îro êrîşî erebeyeka PKK ê li Başûrê Kurdistanê kir, zirarên canî bi Gerîlayan ketin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja înî 2020/8/14an balefirên Tirkiyê di te’qîba hereketên PKK ê de, erebeyeka Gerîlayan li sînorê devera Amêdiyê a girêday parêzgeha Dihok bordoman kir, 2 Gerîla canê xwe ji dest da û 2 birîndar ketin.
Dest nîşan kir, êrîş li sa’et 10:55 berî nîvrojê çêbûye û balefiran 1 moşek li erebeya PKK ê li ser caddeya giştî a gundê Eredina li navçeya Sersinkê dane.
Êrîşa îro hemwexta êrîşa şeva derbasbûyî tê, wexta ku balefiran erebeyeka PKK ê li ser rêya Reşankê a li sînorê Dihokê hedef kirî, di êrîşa şeva derbasbûyî de, 3 Gerîla canê xwe ji dest da bû.