Teqînekê îro serê sibê navenda bajarokê Cerablusê ê Rojava Kurdistanê hejand, kuştî û birîndar li pey teqînê hatin.
Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, îro roja şemî 15/8/2020an, motorsikleke mayîn kirî li navenda bajarokê Cerablusê teqîya, bi wê sedemê keseke sivîl canê xwe ji dest da û hejmareke din birîndar ketin.
Teqîna îro hem wexta bûyerên rojên rabûrî tê ku şêniyên sivîl ên bajarokên Rojava Kurdistanê têde hatine hedef kirin bi teybet li herêmê jêr destê Tirkiyê, mîna bûyerên revandina şênîyan û teror kirina jin û kalemêran.
Nerîngeha Sûrî dest nîşan kir, li 12 vê mehê cesedê jinekê li sînorê bajarokê Babê hatbû dîtin ku bi dest çekdaran hatbû kuştin û xistbûn nava bermîlekê de.
Bajarokê Cerablusê ku cîyekê sitratejîke û rojava û rojhilata Rojava Kurdistanê pêkve grêdide, li sala 2016an ket jêr destê Tirkiyê û ji wê demê ve, mîlîşyayên Sûrî ên girêday Tirkiyê têde cî digrin.