Bangewazî yek vekirî ji bo Cemîl Bayik: destê xwe ji Kurdistanê bikêşe

Bangewazî yek vekirî ji bo Cemîl Bayik: destê xwe ji Kurdistanê bikêşe

Rêveberê PKK ê Cemîl Bayik, di 7ê Tebaxê de hevpeyvînek digel televizyona Stêrk encam da. Cewherê hevpeyvîna Cemîl Bayik ev bû ku rojeva Gelê Kurd berevajî bike û operasyonekê liser têgeh avakirinê encam bide. Di axafitna xwe de Bayik, ku zêde naderkeve pêşberî çapemeniyê lê dema derdikeve jî, jehir ji devî dibare, ji bilî hêzên dagîrker, zêdetir êrîşî hêzên Kurdistanî kir. Wî bi gotinên virtûvala behsa faşîzma AKP ê-MHP ê kir. Gotin li ser siyaseta dewleta Tirk kir, lê dagîrker ne kirin armanc. Armanca Cemîl Bayik Rojava û Başûrê Kurdistanê bû.

Cemîl Bayik destpêkê êrîş birin ser Rojavayê Kurdistanê û weha got: “heke hûn dixwazin ji bo Rojava Sipasiya kesekî bikin, wê demê pêwîste serok Apo were sipasdar kirin. “mebesta Cemîl Bayik li vir ewe ku Şahîn Ebdî sipasiya Mes’ûd Barzanî kiribû. Tiştê ku PKK e û Cemîl Bayik tengezar kirî ev yeke bû. Ji ber ku serkirdayetiya PKK ê hewl dide Başûrê Kurdistanê di nav Kurdan de bê nirx bike, şermezar û biçûk bike, lê rêveberiya Rojava heman dem da, sipasiya karbidestên PDK ê û Barzanî dike ku di demên dijwar de alîkarya wan kirîye. Ev sedeme ku Cemîl Bayik gefên tund li Şahîn Ebdî dike û lê bixuyre.

Mijara sereke ku Bayik jê aciz dibe, nêzîkbûna di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê deye. Gelo ji ber ç? Ji ber ku ji bo Cemîl Bayik, Kurdistan tenê PKK e ye, tiştê ku neyê PKK ê be, ew ne Kurdistane. Ji ber ku ji bo Cemîl Bayik PKK e ji Kurdistanê mezintire.

Ji ber ku Cemîl Bayik ne kesayetek Kurdistanî ye. Ji bo Cemîl Bayik, berjewendiyên PKK ê li ser berjewendiyên Kurdistanê deye. Weke wan kesanên ku dema na gehin yara xwe û wê dikujin. Cemîl Bayik jî dibêje “yan tu ji bo minî yan jî bo axa reş” heya ji wan jî metrisîdartire. Dibêje: ger tu ne ji bo min jî bî wê demê ne ji bo Kurdan jî be ji bo xelkî be. Mîmarê anîna dewleta Îraqê û heşda Şebî ji bo Şengalê jî Cemîl Bayik bi xwe ye. Cemîl Bayik ew qasî xwedyê vê siyaseta narsîst û egotîste.

Cemîl Bayik li ser ekrana TV-yê ewqas vekirî û bê du dilî Kurdan nebaş nîşan dide pêwîste jêra nehê qebûl kirin. Ev dijwariya Cemîl Bayik ji xeletiyên partîyên Kurd û rewşenbîrên wê ye. Sedema ku PKK e ewqas bi tena serê xwe tevbigere, dikare herkesî neheq bike, û nûçeyên derewîn belav bike, lê ev ne ji hêzbûna PKK ê ye. Ev tawanên PKK ê çavkaniya xwe ji wan kesên xwe kurdistanî dibînin û hemberî van polîtîkayên tarî yên PKK ê bêdeng dimînin, digire. Ji ber ku Cemîl Bayik tenê êrîş ser nirxên kurdistanî dike. Heya niha, helwesteke hişk a pêwîst li hember Cemîl Bayik ne hatiye nîşandan.

Cemîl Bayik di piraniya axaftinên xwe de ji bo reşkirina rêveberiya Kurdistanê gelek hewl dide. Dûv re ew qas xwe wenda dike ku wiha bêje: “em ji çapemeniyê bişopînin ku PDK dixwaze di bin navê parastina gundan de çete û cerdevanan cîh bike. Wekî ku min got, PDK e li gel mirovan civînan çêdike û dibêje pêwîste hûn bibin cehiş û gundê xwe biparêzin.”

Ev peyva Cemîl Bayik tenê, ji bo qîyamet rakirinê bese. Ji ber ku hêza ku Cemîl Bayik wan weke cehiş tawanbar û weke cerdevan îtham dike hêza vî milletî û 100 % kurên vî welatîne, pêşmergene. Hêza ku ew bi cerdevan navdike jî, pêşmerge ne, ku li gorî destûra bingehîn ya Îraqê hêzeke fermîne. Hêza rewa ya ku ji sala 1920-an vir ve li van axan şer dike, pêşmerge ye. Cemîl Bayik, ji wê hêza ku tenê şerê dijî DAIŞ’ê li sala 2014-2016 de 1614 şehîd û 9515 brîndar dayî re ango ji pêşmergê kurdistanê re dibêje, cehiş. Bayik, ew pêşmergeyên ku bi hewara Kobanê çûyî û ji bo Şengalê bi dehan şehîd dayî wekî çete binav dike.

Her hêzek ku ji hêla hikûmeta Başûrê Kurdistan ve hatî afirandin rewa û fermî ne. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikare di her kêliyê de, li her deverê, ji bo parastina gund, rê, çol û bajaran, yekîneyên pêşmerge ava bike, yekîneyên asayîşê ava bke û îcazê ji çi hêzan nexwaze. Ew hêza neqanûnî ya PKK ê ye, ya ku dibin navê hêza parastina Başûr de bi çend ciwanên perwerde kirî ve Herêma Kurdistanê bêxin nava gengeşe û alozîyan. Yên ne yasayî û ne fermî ango yên çete ewin ku yên bi fermana Cemîl Bayik li Qendîl bi navê NLP(navenda lêkolînên polîtîk) xebatên îstixbaratî li Hewlêrê dimeşînin û mirovan li restorana Hokkabaz dikujin, ewe hêza cehiş û ne fermî, li Başûrê Kurdistanê.

Cemîl Bayik keseke ku van tişta baş dizane le belê tiştê ku ew dixwaze bke eve ye ku pêşmerge û rêveberiya herêmê ji nav bibe û operasyoneke têgehî hember îrada demokratîk ya Herêmê bimeşîne.

Dijminatiya Cemîl Bayik ya hember pêşmergeyan ne nûye. Di hevpeyvînekê de ku wî ji rojnamegerê Tirk Ruşen Çakir re di 24 Tebaxa 2014an de encam day, Bayik got “pêşmerge nikare şer bike, çekên ku ji pêşmerge re hatine dayîn divê bidene me”. Heman Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya “Frankfurter Allgemeine” ya Elmanî de di 22ê Tebaxa 2014an de got: pêşmerge bi mirina hezaran Êzdîyan sersaxî kir daku dewletên rojavayî çekan bidin wan. “Pêşmerge tenê ji bo ku dewletên rojava çekan bidine wan çavên xwe li ser mirina hezaran Êzdîyan re girt” pêşmerge nikare şer bike, ew çekên wan dê bikevine destê DAIŞ’ê de” Cemîl Bayik, ji rojnameyên Tirkî û rojnameyên Ewropî re got ku bila çekan nedin pêşmerge, di wê demê de heya evro bizava wî ya neyarî, didomîne.

Balkêşe, Bayik di destpêka hevpeyvînê de got ku rêveberiya Rojava nikare petrola Sûriyê bifroşe ji ber ku Sûriye dewletekî meşrû’ û xwedî cihekî naskirîye. Lê belê, ew mafên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ji hêla yasayên navneteweyî ve tête pejirandin, mafên destûrî ne, parlamento û pergala îdarî fermîye. Lê dîsa Cemîl Bayik vê rastîyê nabîne û statoya başûr weke statoya partî, nêz dibe.

Banga me ya yekem ji bo Cemîl Bayik eve: divê ew ji bo hemî neheqiyên ku wî di bîranîna Hucam Suriçî yê ku DAIŞ’ê 25-1-2015 serê wî jêkirî û 1614 pêşmergeyên ku  jîyana xwe ji dest dayî ji pêşmerge lêborînê bixwaze.

Duyem: Cemîl Bayik û partîya wî PKK e divê îradeya siyasî ya Kurd li Başûrê Kurdistanê nas bikin, danpêdanê bi serwerî û desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin . Heya ku ew wê neke, her gavî ku ew îdî’a dike ku ji bo Kurdistanê kiriye, ne raste û direwe.

Sêyem: PKK berpirsyarê hatina arteşa Tirke ji bo deverên Amêdî, Zaxo û Sîdekan. Divê PKK e hêzên xwe yên çekdarî ji gund û bajarên Başûrê Kurdistanê vekşîne.

Çarem: her çend ew bi berdewamî mijara Yekîtiya Neteweyî dubare dikin, lê di piraktîkê de neçare ku berevajiyê vê bikin û kesên dijminatiya ligel pêkhateyên siyasî yên kurd jî dikin ew bi xwe ne. Pêwîste dev ji dijatiya navmala kurdî, berdin. Bo vê yekê, divêt ku ew weşanên xwe yên medya weke çekek li dijî Kurdan şuxilandin e, bide sekinandin.

Pêncem: divê Cemîl Bayik bizane ku ji sala 1990an heta îro, ev 30 salin dijminatiya pir alî li dijî desthilata siyasî ya Başûrê Kurdistanê dike, lê wî encam negirtîye û dê ji niha û pê de jî negire. Wext hatîye ku Cemîl Bayik destê xwe ji Kurdistanê bikêşe. Bila bizane ku, bi palpiştiya Îranê û Îraqê ve dijminatiya Herêma Kurdistanê ji bo wî, wê bedelek hebe. Heya niha hemberî bêrêzî û tundiya Cemîl Bayik re bersiv nedan, ne ji bihêzîyê ye. Çi hêz û kesayetî di nava gelê kurd de xwe naxin asta Cemîl Bayik. Sedema ku Cemîl Bayik di heman mercê de nehatîye bersivandin û derew û xefletên wî yek bi yek neyên derxistin ji rêzgirtina ji gelê Kurdistanê re ye. Êdî sebra me hew maye, zext liser dîwarê sabra me kirin ji bo wî û partîya wî çi mifa çênake. Ji bo wî rêka herî baş bila leztirîn dem destê xwe ji kurdistana Başûr, bikêşe.

Pustên heman beş