Ardem Ararat tê hedef kirin

Ardem Ararat tê hedef kirin

Sultan Oruc, berpirsa PKK ê li Bidlîsê a Bakurê Kurdistanê, di êrîşeke eskerên Tirk da li gel 2 Gerîlayên din canê xwe ji dest da.

Li gor daxuyanîya wezareta karên navxwe a Tirkiyê, li 13 vê mehê û di êrîşa ku li dorbera Bidlîsê hatîye encam dayîn, 3 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest da, yêk jê bi navê Sultan Oruc û kod navê Ardem Ararat/Bêrîvane.

Di daxuyanyê de hatîye tesbît kirin, Ardem Ararat di lîsta gewir a metlobên dewletê de cî digre û ew li 13 vê mehê li dorbera Bidlîsê hatîye hedef kirin.

Ardem Ararat/Bêrîvan ku di kategorya gewir da lê digeriyan û ji bona desteser kirina wê, 500 hezar lîre xelat hatbû danîn.

Li gor agahîyan hat tesbîtkirin Sultan Oruç li 10ê îlona 2018an li gel hejmareke Gerîlayan bi bombên bi dest çêkirî êrîşî erebên arteşa Tirkiyê kirbû.

Pustên heman beş