Efserekê mîlîşyayên Sûriyê ên girêday arteşa Tirkiyê li bajarê Babê hat hedef kirin, bomba bi dest çêkrî bi erebeya ve teqandin.
Li gor agahiyên nerîngeha Sûrî, îro roja şemî 15/8/2020an, efserekê polîsên navxwe ên bajarokê Babê li Rojava Kurdistanê ku girêday arteşa Tirkiyê ne, bi dest hinek kesên nenas kirî hat hedef kirin û kuştin.
Ew efser bi rêya bombeka bi dest çêkirî hat hedef kirin, bomb bi erebeya wî ve hat teqandin.
Teqîna Babê hemwexta teqîna îro a Cerablusê tê ku hinek şêniyên sivîl têde canê xwe ji dest dan û birîndar ketin.