Fermandarîya yekîneyên parastina Rojhilatê Kurdistanê- YRK e a ser bi Partîya Karkerên Kurdistanê- PKK ê, di ragihandinekê de pênas û wêneyên 7 kesên ku di êrîşa balefirên dewleta Tirkiyê bo ser navçeya Şarbajêr a nêzîk çiyayê Ballose canê xwe ji dest day ku piraniya wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne eşkere dike.
7î vê mehê balefirên dewleta Tirkiyê di du demên cuda de sînorê qezaya Mawet li parêzgeha Silêmaniyê bordoman kir û piştre wezareta bergirî ya Tirkiyê jî ragihand ku “ew karîne 7 çekdarên PKK ê li nêzî bajarokê Mawet hedef bikin.
li gorî wan pênas û wêneyan be ku PKK ê di ropela ANF de belavkirî piraniya kesên bûye qurbanî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne, lê belê PKK e dibêje ku kesên bûye qurbanî ji her çar parçeyên kurdistanê ne.
navên wan 7 kesên di êrîşê de hatye hedefkirin evin:
-Songul Dîlman bi kodnavê “Ozgur Kurdistan” li sala 2015an de tevlî rêxistina PKK ê bûye û li 7/8/2020an canê xwe ji dest daye.
-Dozgîn ‘Umer bi kodnavê “Rojbîn Gulnar” li sala 2015an de tevlî rêxistina PKK ê bûye û li 7/8/2020an canê xwe ji dest daye.
-Arezû Muhemedî bi kodnavê “Bêrîvan Taqedar” li sala 2016an tevlî rêxistina PKK ê bûye û li 7/8/2020an canê xwe ji dest daye.
-Esrîn Xelîl bi kodnavê “Şîlan Şahoz” li sala 2015an tevlî rêxistina PKK ê bûye û li 7/8/2020an canê xwe ji dest daye.
-Dîlan Mehmûd bi kodnavê “Vejîn Doxan Kurdistan” li sala 2017an tevlî rêxistina PKK ê bûye û li 7/8/2020an canê xwe ji dest daye.
-Ferhad Xdir Lekî bi kodnavê “Rêzan Kurdistan” li sala 2015an tevlî rêxistina PKK ê bûye û li 7/8/2020an canê xwe ji dest daye.
-Medîne Şêxo bi kodnavê “Eylem Cûdî” li sala 2018an tevlî rêxistna PKK ê bûye û li 7/8/2020an canê xwe ji dest daye.