Karaylan: Bila Tirkiye êriş neke, em amade ne ku li ser sînor ti çalakiyê nekin

Karaylan: Bila Tirkiye êriş neke, em amade ne ku li ser sînor ti çalakiyê nekin

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel –NPG e dibêje, me li Heftenînê dirbên kujek li leşkerên Tirkiyê dane û ger leşkerê Tirkiyê were Zapê emê wan bin ax bikîn.

Mûrat karaylan fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel û endamê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê-KCK ê, bi helkefta 36emîn salroja destpêkirina şerê çekdarî yê PKK ê li 15ey Tebaxa sala 1984an daxuyaniyek belavkir û têde ragihand: “jiberku em li Bakurê Kurdistanê şer dikîn, li navçeyên Heftenîn, Xwakurk û Zapê şer rû dide.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karaylan li ser salvegera 36an a pêngava 15ê Tebaxê peyamek weşand û got, “ji ber ku em li Bakurê kurdistanê şer dikin, li Heftenîn, Xakurkê û Zapê şer diqewme. Me soz dan ku emê destketiyên gelê Kurdistanê hemûyan biparêzin. Li pêş çavên me dijmin tê dagir dike, rê çêdike û bi rengekî mayinde bi cih dibe. Em li dijî vê şer dikin, em destketiyên Gelê Başûrê Kurdistanê, xaka Îraqê diparêzin.”

Karaylan got: “em ji gelê xwe, bi taybetî Gelê Başûrê Kurdistanê, Gelê ‘Erebê Îraqê dixwazin ku piştgiryê bidin me. Em bi biryarin ku vî dijminî têk bibin.”

Tekez kir Bila artêşa Tirka dagirker ji xaka Îraqê, ji xaka Başûrê Kurdistanê vekşe, bila êriş neke, em amade ne ku li ser sînor ti çalakiyê nekin. Lê belê divê ew jî êriş nekin.

Karaylan ji ber can ji dest dana du Fermandarên supayê Îraqê di êrîşa asîmanî ya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê sersaxî li gelê Kurdistanê û Îraqê kir û ragihand: “xwîna wan fermandaran wê li ‘erdê nemîne û emê berisva vê êrîşê bidîn”.

Karaylan her weha ragihand, em pêdagirin li ser şikandina dujmin û di vê derbarê de em bang li gelê Başûr û gelê ‘Ereb ê Îraqê dikin ku alîkariya me bikin.

Ev gefên Karaylan Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel di demekî de ne ku wezareta bergirya Tirkiyê li roja 15/6/2020an operasyona asîmanî ya bi navê “Pence Elho” bo ser pêgehên PKK ê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, û li roja 17/6/2020an operasyoneke din bi navê “Pence Piling” li navçeyên Heftenînê li sînorê bajarê Zaxo destpêkir û heya niha jî berdewame.

Pêş niha jî Karaylan çendîn caran gef li dewleta Tirkiyê kirîne, bo mînak pêş destpêkirina êrîşa Tirkiyê ji bo ser bajarê ‘Efrînê, Karaylan ragihand: “ger dewleta Tirkiyê têkeve ‘Efrînê, emê şer bibin nav cergê Tirkiyê û dê li nava bajarên mezin ên Tirkiyê de şer bikîn”. Lê belê heya niha gefên Karaylan û rayedarên din ên PKK ê li dijî Tirkiyê ji bilî axaftinê di warê piraktîk de tune bûne û tu caran gefên xwe di warê piraktîkî de cîbicî nekiriye, berevajî dewleta Tirkiyê her ku diçe pêtir axa kurdistanê dagîr dike û PKK e jî her ku diçe pêtir xwe nêzî bajarên başûrê kurdistanê dike, bi awayek weha ku PKK e bûye pira derbasbûna dewleta Tirkiyê ji bo başûrê kurdistanê.

Pustên heman beş