Serokatiya Zanîngeha Selahedîn biryar da; beşa zanistî ya Endezyariya Firokevaniyê li Fakulteya Endezyariyê were vekirin.
Zanîngeha Selahedîn di fermaneke zanîngehê de ku îmzeya Serokê Zanîngehê li ser e, diyar dike: “Li gor desthilata ku ji me re hatiye dayîn, me biryar da, di fakulteya me ya endezyariyê de, ji bo sala perwerdehiyê ya 2020-2021ê, bi hevbeşiya Zanîngeha National Aviation a Ukraynayê, Beşa Zanistî ya Endezyariya Firokevaniyê (Aviation Engineering) were vekirin.”
Serokê Zanîngeha Selahedîn herwiha di fermana xwe de eşkere kiriye: “Du salên ewil ên perwerdehiyê dê li Zanîngeha Selahedîn bibe û du salên duyem jî li Zanîngeha National Aviation a Ukraynayê dê were xwendin.”