Li Qamişloyê PKK êrîşî nivîsîngeha PDK-S kir

Li Qamişloyê PKK êrîşî nivîsîngeha PDK-S kir

Şeva bûrî li bajarê Qamişlo nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S)ya li rojhilatê Qamişlo rastî êrîşê hatbû, ala kurdistanê hatbû boyaxkirin û hin siloganên PKK ê li ser deriyê nivîsgehê hatbû nivîsandin. Berpirsên PDK-S ê jî grûpa tevgera ciwanên Şoreşger bi wê êrîşê tometbar kirbû.

Şeva bûrî civata lokalî ya rojhilatê Qamişloyê a ser bi civata netewî ya kurdî di ropela xwe ya Facebookê de ragihand ku komeke bi navê Ciwanên Şoreşgêr agir li ber deriyê nivîsîngeha Partîya Demokrat a Kurdistanê- PDKS ê li Qamişloyê hilkirîye, ala Kurdistanê boyaxkiriye û siloganên partîya xwe “PKK ê” li ser deriyê nivîsîngehê nivîsandîne.

Ji aliyê xwe ve tevgera Ciwanên Şoreşger red dike ku têkilya wan bi êrîşa li ser nivîsgeha partîya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) re hebe û wê êrîşê li dijî yekîtiya gelê Kurd bi nav dike.

Îro di daxuyaniyekê de grûpa bi navê tevgera Ciwanên Şoreşger derbarê êrîşa şeva bûrî li ser nivîsgeha PDK-S daxuyanî da û red kir ku ti peywendîyek wan bi wê êrişê hebe û ragihand, di dema ragihandine pêngaveke wan de li Qamişlo, hin kesên nenas ku xwestin pêngava wan di bin siyê de bihêlin, li ser deriyê nivîsgeha PDK-Sê hin peyv nivîsandine.

 tê zanîn ku ev cara yekemîn nîne li rojava kurdistanê êrîşî nivîsîngehên PDK-S tê kirin, pêş niha jî çendîn caran ev yek hatye encamdan lê ti caran tu kesek ji alî dezgehên ewlehiyê yên rojava ku ser bi PKK ê ve ne, nehatîne desteserkirin û ti caran ev kare ji hêla PKK ê ve nehatîne pirotestokirin.

Li Qamişloyê PKK êrîşî nivîsîngeha PDK-S kir

Pustên heman beş