Li Serê Kaniyê li dijî Tirkiyê xwepêşandan dihên kirin

Li Serê Kaniyê li dijî Tirkiyê xwepêşandan dihên kirin

Hemwilatiyên Serê Kaniyê îro li dijî Tirkiyê xwepêşandan kirin û xwestin destdirêjiyên komên çekdaran li dijî sivîlan bihêne rawestandin.

Îro roja duşembê 17/8/2020an, hejmareke zor a hemwilatiyên bajarê Serê Kaniyê ê Rojava Kurdistanê, li deriyê aliyê Tirkiyê xwepêşandan kirin û xwestin destdirêjî û êrîşê komên çekdarên girêday Tirkiyê yên di rasta hemwilatiyên Serê Kaniyê da, bihên rawestandin.

Di xwepêşandanê da, gelê nerazî xwestin xizmetguzariyên av û karebê jî ji bo wan werin dabîn kirin ku ev dema heftîyekê ye, bi sedemeke nediyar ji wan hatîne qut kirin.

Li gor nerîngeha Sûrî, hêzên bi navê polîsên leşkirî îro bi ser hejmareka malên hemwilatiyên Serê Kaniyê de girtine, bi behaneya wê yekê ku ew li hinek daxwazkirîyan digerin, hem wext hat dest nîşan kirin wan bê rêzî jî bi wan malan kirine ku bi serde girtine.

Pustên heman beş