Ew ‘Eşîrên ku dema DAIŞ’ê êrîşî bajarê Şengalê kirî û Êzdî cînosayd kirî bi DAIŞ’ê re bûn û Êzdî cînosayd kirî, niha digel PKK ê ne, û PKK e rêzê li wan digire.
Di salvegera kuştina Zekî Şengalî (Îsma’îl Ozden) Endamê Konseya Rêveber a KCK ê û endamê kurdînasyona civaka Êzdî ku ji hêla balefirên Tirkiyê ve hatibû hedefkirin û kuştin, PKK ê rêz li wan serok ‘Eşîrên ‘Ereban girt ku alîkariya DAIŞ’ê kirbû û Êzdî cînosayd kirbûn.
Di êrîşa ku DAIŞ’ê li roja 3/8/2014an de li ser kurdên Êzdî li Şengalê pêkanî bû, hejmarek ji ‘Erebên Şengalê û derdora wê jî beşdar bûn û Êzdî komkuj kirin, zaroyên wan kuştin û jin û keçên Êzdî li bazaran firotin, ti tiştek nema ku wan ‘Ereban li dijî Êzdîyan encam neday, lê niha her ew ‘Ereb, her ew serok ‘Eşîr ji hêla PKK ê ve rêz lê tê girtin weke ku tu tawanek derheq Êzdîyan encam nedabe.
Êzdî didin xweya kirin ew ‘Erebên ku li dema êrîşa DAIŞ’ê de jin û keçên Şengalê revandî û di bazaran de firotî, piştî azadiya Şengalê ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve xwest bi rêyekê ji rêyan careke din rûyên xwe yên reş spî bikin, lê belê gelê Êzdî wan baş nas dike û ti caran wê wan qebûl nekin, ew ‘Ereb niha dixwazin bi rêya PKK ê rûyên xwe spî bikin, lê bila PKK û ew ‘Ereb baş bizanin, birîna me ewqas kûre ku bi van nîmayîşan derman nabe.