Gundekê parêzgeha Dihokê hat bordoman kirin

Gundekê parêzgeha Dihokê hat bordoman kirin

Balefirên dewleta Tirkiyê, îro hereketên PKK ê li gundekê sînorê parêzgeha Dihokê li Başûrê Kurdistanê bordoman kir û zirar nehatine zanîn.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja çarşemî 19/8/2020ê balefirên dewleta Tirkiyê di dûvçûna livîn û tevgerên PKK ê da, êrîşî aqarê gundê Kanî Mezinê li sînorê navçeya Kanî Masê ya li devera Berwarî bala kir.

Di êrîşê da ku li demjimêr 11:00 sibê çêbûye, balefiran 2 mûşek li xalên PKK ê li aqarê gundê Kanî Mezinê dane, lê belê zirar hêjan diyar nebûne.

Li gor dîmenên êrîşan, ev bordoman li nêzî gund çêbûye û domaneka mezin li ciyê ketina mûşekan bilind bûye.

Ev pêtirî dû mehane êrîşa Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê berdewame, ji wê demê ve, bi dehan gundên Başûrê kurdistanê bi taybet li sînorê parêzgeha Dihokê hatine vala kirin, PKK e jî livînên xwe xistine nava gundan û bi awayekê sîstematîk şerê xwe nêzî gund û bajarokan dike.

Pustên heman beş