Wezareta Pêşmerge: Li Hewlêr û Silêmaniyê bi dronan êrîş li du baregehên me hat kirin

Wezareta Pêşmerge: Li Hewlêr û Silêmaniyê bi dronan êrîş li du baregehên me hat kirin

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, baregehên wan li Hewlêr û Silêmaniyê bûne armanca êrîşên dronî û di encamê de 3 Pêşmerge birîndar bûne. Wezaretê bang li Bexdayê kir ku sînorekî ji bo van êrîşan deyne.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de aşkere kir, îro 18ê Adarê du baregehên yekeyên ser bi Wezareta Pêşmerge ve li her du parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê bûne armanca êrîşên dronî û di encamê de sê Pêşmerge birîndar bûne.

Di daxuyaniyên de hat diyarkirin: “Ev destdirêjiya neberpirsyarane di demekê de ye ku berê jî çendîn caran baregehên hêza Pêşmerge rastî bombebaranan hatine.” Wezaretê herwiha destnîşan kir, derbarê van binpêkirinan de wan Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî û Fermandariya Operasyonên Hevbeş agahdar kirine.

Wezareta Pêşmerge di beşeke din a daxuyaniya xwe de bi tundî ev êrîş şermezar kirin û daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir ku wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bi erka xwe ya yasayî rabe û sînorekî ji van destdirêjiyên navxweyî re deyne.

Di dawiya daxuyaniyê de wezaretê tekez kir, divê pêngavên bilez û werin avêtin ji bo rêgirtina li wan “grûpên ji derveyî yasayê” da ku rê li ber dûbarebûna van kiryaran were girtin, ku ev cure êrîş dibin gefeke cidî li ser asayîşa tevahiya navçeyê.