Li ser çawîşê pispor Musa Orhan ku tecawizî keçeke Êlihî kirbû, biryara girtinê hat dayîn.
Biryar hatin dayîn ku çawîşê artêşa Tirkiyê yê bi navê Musa Orahan ku bibû sedema mirina keça xelka Êliha Bakurê Kurdistanê ya bi navê Îpek Er bê girtin.
Li Êlihê ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve tecawizî keçeke 18 salî ya bi navê Îpek hatbû kirin û wê keçkê di 16ê Tîrmehê de hewla xwekuştinê dabû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.
Têkildarî çawîşê pispor Musa Orhanê li Êlihê tecawizî keça bi navê Îpek krî û bû sedema mirina wê, biryara girtinê hat dayîn. Ji ber bertekên raya giştî li ser vê mijarê, Orhan di demek nêz de ji vê cînayetê hatbû girtin.
Çawîşê pispor Musa Orhan ku li bajarê Êlihê Îpek er li malekê girtibû û bi dirêjiya 20 rojan tecawizî li wê kirbû, û paşan bûbû sedema mirina wê derbarî wî de biryara girtinê hat dayîn.
Piştî bihîstina nûçeya mirina keçkê, kurdan li ser medyaya civakî tagek bi navê bila Musa Orhan were girtin vekirin.
Mûsa Orhan piştî bertekên mezn ên raya giştî ji kar hatbû dûrxistin.
Mûsa Orhan ku bi sedema kuştina Îpek Er tê tohmetbar kirin, bi biryara dadgeha cezaya gîrana sêrtê hat girtin.