5 Firokeyên bê firokevan li Şêladzê ketin xwarê

5 Firokeyên bê firokevan li Şêladzê ketin xwarê

Îro serê sibê 5 Firokeyên bê firokevan li nêzîkî 2 gundên Şêladzê li parêzgeha Duhokê ketin xwarê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li başûrê kurdistanê eşkere kirin ew firokeyên bê firokevan, yek li gundê Bawan ketiye xwarê, yeke din li nava gundê Dêyokê û 3 jî li nêzîkî gundê Dêyokê ketin û ti zîyan di encama wan de nebûn.

Çavkaniyên Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê her weha eşkere kirin ku gûman tê kirin ew firokeyên bê firokevan yên Partiya Karkerên Kurdistanê “PKK ê” bin û bi vê rê yê xwastibît qereqola Tirkiyê ya ku dikeve Şêladzê hedef bke û bi vê rêyê alozîyan li navçeya Şêladzê dirust bike.

Çavkaniyên me tekez kir ku guleyeke hawinê jî li nêzîk firokeyekê hatiye dîtin, tê gûmankirin ku bi firokeyê ve hatbû bestin daku li qereqola Tirkiyê a li Şêladzê were xistin.

Ev bûyere bûye sedema peydabûna tirseke mezin li cem xelkê navçeyê bi giştî, tirsa wan ji wê yekê ye ku bi van karên PKK ê bajar bi xwe ji aliyê Tirkiyê weke tolhildan bihêne hedefkirin û zirarên madî û canî bi xelkê navçeyê bigehin, welatî daxwaz diken ku Tirkiye û PKK e şerê xwe li navçeyên wan dûr bikin û biçin meydana xwe ya şerkirinê ku Bakurê Kurdistanê ye.

5 Firokeyên bê firokevan li Şêladzê ketin xwarê

Pustên heman beş