Her ku diçe pêtir rûyê rast û mebesta sereke ya koma Enqerê ya di nava Partîya Karkerên Kurdistanê- PKK ê derdikeve holê û diyar dibe mebesta wan ya sereke alozkirina rewşa Başûrê welat bi giştî û jinavbirina Statoya Başûrê Kurdistanê ye.
Yek ji rêveberên PKK ê ku di nava grûpa berniyas bi grûpa Enqerê di nava PKK ê de cî digre di dawî derketina xwe ya medyayî de, bi dengek blind û eşkere û bi zimanê Tirkî banga şerê bi PDK ê re kir.
Mustafa Karasu, bi awayek eşkere bas li şer û pevçûnên raste rast bi PDK ê re dike, Karasu di vîdyoyekê de derdikeve û têde banga ku divê miletê kurd li himberî PDK ê û Barzaniyan rabe ser xwe û xwe di wan de werbike, dike!
Li gor Karasu û hevalên wî yên di nava grûpa Enqerê de cî digrin û bi kesên dije kurd dihên naskirin, PDK e bi dewleta Tirkan re bûye yek û bi hev re li PKK ê dixin, Karasû dibêje armanca PDK ê ye ku PKK ê ji holê rake. Û ewê jî li himberî PDK ê şerekî qutî girover li dar bixin.