Zirarên PKK ê li Garey û Avaşîn

Zirarên PKK ê li Garey û Avaşîn

Balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê êrîşa çiyayê Gare û Avaşîn ên li Başûrê Kurdistanê kir, zirarên mezin bi PKK ê ketin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, ji duh roja çarşemî heya îro, balefiran çiyayê Garey û navçeya Avaşîn li sînorê parêzgeha Dihokê bordoman kirine, xalên PKK ê hatine hedef kirin.

Di êrîşan da agahî xweya dikin ku 4 Gerîlayan canê xwe ji dest dane, ciyên wan hatine ji nav birin.

Di vê derbarê da, wezareta parastina netewey ya Tirkiyê li hesaba xwe ya tiwtter ê ev agahî belav kirine û gotîye ku 4 Gerîla di êrîşa Gare û Avaşînê da hatine hedef kirin.

Ev êrîş hem wexta bordomana duh roja çarşemî li gundê Kanî Mezinê yê li devera Berawrî bala dihêt ku balefiran 2 mûşek li aqarê gund li nêzî malên wilatîyan dabûn.

Paş derbasbûna 2 mehan li ser êrîşa Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê, PKK e roj bo rojê şerê xwe û Tirkiyê nêzî gund û bajarokan dike, wilatyên Başûr bi taybet ên parêzgeha Dihokê nerazîne û dixwazin PKK ê ji gund û navçeyên wan dûr bikev ji bo ku nekevin ber êrîşan.

Pustên heman beş