Di berdewamîya aloziyên ewlehiyê de li herêma Efrînê a Rojava Kurdistanê, îro komên çekdaran 6 hemwlatiyên din revandin.
Li gor nerîngeha Sûrî a mafên mirovan, îro roja pêncşemî 20/8/2020an, komên çekdaran ên girêday Tirkiyê, bi ser hinek malên gundê Ereb Şêxo de li sînorê Efrînê girtine û 6 hemwlatiyên sivîl jê revandine.
Paş çend sa’etan, komên çekdaran 3 ji wan hemwlatiyên revandî serbest berdan, 3 yên din bo ciyekê nediyar birine.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê dest nîşan kir, kesên ku hatine berdan, bi hezarên dolaran fidiye dane çekdarn, kesên mayî ji boy bingeha polîsên leşkirî ên girêday Tirkiyê hatine veguhastin.
Di vê hefteyê de, komên çekdaran 18 hemwlatî ku ciwan û kalemêr bûn, ji Efrînê û dorbera wê revandine û ji boy serbest berdana wan, daxwaza fidiyê ji malbatên wan kirine.