Partîya Karkerên Kurdistanê îro 3 Gerîlayên xwe li Bakurê Kurdistanê ji dest dan, wexta ku li sînorê Xetayê ketîne ber êrîşên cendirmeyan.
Li gor daxuyanîya wezaeta karên navxwe ya Tirkiyê, îro roja şemî 22/8/2020an, hêzên Tirkiyê operasyoneka mezin li sînorê parêzgehîya Xetayê encam daye û bi wê sedemê şer li gel Gerîlayên PKK ê derket û zirarên canî gihiştin PKK ê.
Dest nîşan kir, di encamê pevçûnê de, 3 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dan.
Di operasyonê da cebilxaneyên PKK ê, çekên M-16 û xwarin û alavên jiyanê dest bi serde hatin girtin.
Arteşa Tirkiyê ev demê du heftîyane operasyon li Bakurê Kurdistanê li dijî PKK ê dest pê kirine, operasyona îro navê Yldirim-5 lê kirine.