p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
Mazlûm Ebdî ji bo êrîşên Tirkiyeyê bang li garantorên peymana agirbestê kir

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, ji bo rawestandina êrîş û binpêkirinên Tirkiyeyê, bang li alîgirên peymana agirbestê ya li Stenbol û Soçiyê hat îmzekirin kir.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, bang li alîgirên peymana agirbestê ya li Stenbol û Soçiyê hat îmzekirin kir û xwest êrîş û binpêkirinên Tirkiyeyê bên rawestandin.
Ebdî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: “Di nava hefteyê de Tirkiyeya dagirker, rêvebirê Komîsteya Parastinê yê li Eyn Îsayê karê xwe dikir hedef girt. Di êrîşê de ajovanê rêvebir şehît ket û alîgirê wî jî birîndar bû. Ev binpêkirina peymanên agirbestê ne ku di 17-23’yê Cotmehê de hatin îmzekirin. Em bang li garantorên Stenbol û Soçiyê dikin ku peywira xwe bi cih bînin û êrîş û binpêkirinên Tirkiyeyê rawestînin.”
Ebdî, di daxuyaniya xwe de got, Tirkiye her tim gelên herêmê û xebatkarên rêveberiyê bi zanebûnî hedef digire.




