Zanyariyên ne bihîstî li ser êrîşa dewleta Tirkiyê li havîngeha Kunemasî

Zanyariyên ne bihîstî li ser êrîşa dewleta Tirkiyê li havîngeha Kunemasî

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li başûrê kurdistanê zanyariyên nebihîstî li ser êrîşa balefirên dewleta Tirkiyê bo ser havîngeha Kunemasî a ku dikeve bajarokê Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve eşkere dikin û didin diyarkirin ev êrîş bi alîkarî û haydariya hinek berpirsên YNK ê hatiye encamdan.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin ku kesekî bi navê “Bavêl Ebdulqadir” li saet 4ê paş nîvroja 26/6/2020an anku yek saet pêş êrîşa Balefrên Tirkiyê bo ser gerîlayên PKK ê li havîngeha Kunemasî, ji hevalê xwe re ragihandiye ku bi tu awa seredana vê havîngehê neke.

Piştî ku êrîş pêkhatî kesê bi navê “Bavêl Ebdulqadir” ku dibe kurê general “Ebdulqadir Hefse” berpirsê desteya asayîşa YNK ê li taxa Azadî a Bajarê Silêmaniyê, ji hevalê xwe re xwastiye ku ev mijar dinavbera wan de bi nihênî bimîne û ji t kesekê re eşkere neke.

Bi vê yekê bi başî xweya dibe ku rayedarên ser bi YNK ê bi başî haydarî vê êrîşa dewleta Tirkiyê bûne û zanyarî bi Tirkiyê dayîne.

Tê zanîn ku li roja 26/6/2020an balefirên Tirkiyê, PKK e li gundê Kunemasî ê ser bi Şarbajêr ku dikeve sînorê parêzgeha Silêmaniyê hedef kir, û di vê êrîşê de çendîn çekdarên PKK ê bûne qurbanî û çend kesên sivîl jî birîndar bûn.

Pustên heman beş