Deverdarê Şengalê eşkere kir, 70 ciwanên Êzidî li vê dawiyê wunda bûne û paş lêgerînê eşkere bû ku ew di zîndanên PKK ê da ne.
Deverdarê Şengalê Mehma Xelîl ji bo pêgeha (Basnews) daxuyanî da û dibêje: li vê dawiyê 70 ciwanên Êzidî yên Şengalê wunda bûne, lê belê gelê Şengalê dibêje, ew di zîndanên nihênî yên PKK ê da ne.
Her wiha got: PKK ê zîndanên nihênî li Şengalê hene, pêtirî 70 ciwanên Êzidî ku ji şêniyên Şengalê ne wunda bûne, malbatên wan tekez kirine paş dûvçûnê eşkere bû ku ew di zîndanên PKK ê da ne.
Deverdarê Şengalê dest nîşan kir ku di ser hemû kirîz û derdeseriyên bi serê gelê Êzidî û Şengalê de hati ne weke komkujî, dizîn û talan kirina malê wan û awarebûn, niha gelê Şengalê ji zîndanên nihênî yên PKK ê û gorên bi komel di nale.
Tê zanîn paş bûyerên 16 oktobera 2017an, çekdarên bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê ya girêday PKK ê mil bi milê Heşda Şe’bî ve di Şengalê da cî girtine, ji wê demê ve awareyên Şengalê bi sedema PKK ê û hêzên girêday wê nikarin vegerin warên xwe.
Li vê dawiyê hejmareke xwepêşandanan li Şengalê û dorbera wê hatine encam dan û gelê navçeyê daxwaza derxistina PKK ê kirin, di bersîva wan de PKK ê xwepêşandan paşve birin û hejmareke ciwanan bin çav kirin.