Mesrûr Barzanî: Bandorên enfalê heta bi dehan salên din jî dimîne

Mesrûr Barzanî: Bandorên enfalê heta bi dehan salên din jî dimîne

32 sal di ser enfala badînanê re derbas dibe û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê boneyê de dibêje: : Bandorên enfalê heta bi dehan salên din jî dimîne.

Enfalkirina Badînanê ku dawî pêla enfalê bû, ji 25ê Tebaxê û heta 6ê Îlona 1988an, hemû navçeyên Badînanê girte ber xwe û tê de kîmyabaran, girtin, kuştin, wêrankirina mizgeft û dêran û navçeyên Badînanê ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve hatin ancamdan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro bi wê boneyê peyamek belav kir û ragihand, Ji gelê Kurdistanê re, enfal ne tenê bûyer û hejmar e, belkû jenosaydkirin û hewla nehîştina miletekî bi dîrok, ciyografa, şûnwar û jîngeh e.

Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera enfalkirina Badînanê:

Berî 32 salan rêjîma Beis a Iraqê di çarçoveya proseya enfal de, dawî qonaxa enfalê li Badînanê encam da û di wê şepêlê de bi hezaran kes hatin şehîd û winda kirin û bi sedan gund jî wêran kirin.

Ji gelê Kurdistanê re, enfal ne tenê bûyer û hejmar e, belkû jenosaydkirin û hewla nehîştina miletekî bi dîrok, ciyografa, şûnwar ê jîngeh e ku bandorên wê heta bi dehan salên din jî dimîne.

Ev bîranîna xemgîn, pêwîst e her dem me zêdetir han bide ji bo berevanîkirina li mafên miletên yên rewa û bîranîna qurbaniyên wê tawanên li hember gelê Kurdistanê hatine kirin. Yek ji ji wan mafên me yên yasayî û destûrî jî, qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan li gor biryara Dadgeha Tawanan a Iraqê ye.

Di dawiyê de, serê xwe bi rêz bo şehîdên enfalê û tevahiya şehîdên riya rizgarîxwaza Kurdistanê ditewînim.

Pustên heman beş