Balefiran li Zapê xist û 2 Gerîla kirin armanc

Balefiran li Zapê xist û 2 Gerîla kirin armanc

Balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê îro li devera Zapê a li Başûrê Kurdistanê xistîye, 2 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dane.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 25/8/2020an balefirên dewleta Tirkiyê êrîşê devera Zapê kir û li nuqteyên PKK ê xistine, 2 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest da.

Li vê derbarê de, wezareta parastina netewî a Tirkiyê li hesaba xwe ya twitter ê ev agahî belav kirine û diyar kir ku di êrîşa ser Zapê de zirarên canî bi PKK ê ketine.

Dewleta Tirkiyê li 15 meha xizîrana îsal 2020an, êrîşeke mezin bi sedema PKK ê li ser Başûrê Kurdistanê dest pê kir, ji wê demê ve bi dehan gundên Başûr bi teybet li sînorê parêzgehîya Dihokê hatine vala kirin, şêniyên gundan jî gazin ji PKK ê hene û ew dixwazin PKK e xwe nêzî gundên wan neke ji bo ku nekevin ber êrîşan.

Pustên heman beş