Arteşa Tirkiyê îro dest bi operasyoneke mezin li sînorê Amedê a Bakurê Kurdistanê kir, herî kêm hezar û 495 esker têde beşdarin.
Li gor daxuyanîya wezareta karên navxwe a Tirkiyê, îro roja çarşemê 26/8/2020an, arteşa Tirkiyê êrîşeke mezin li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê li Licê a sînorê parêzgehiya Amedê a Bakurê Kurdistanê dest pê kir, navê (Yildirim-7) li vê êrîşê kirine.
Dest nîşan kir, herî kêm hezar û 495 esker beşdarî vê operasyonê ne û heya çend rojên din wê bidome.
Arteşa Tirkiyê li rojên rabûrî 7 qonaxên operasyona Yildirim li hejmareke bajarên Bakurê Kurdistanê kirine weke devera Hekarî û Xetayê û li gor amarên ku Tirkiyê belav kirine, di van operasyonan de 31 Gerîla bûne armanc.