Bi dehan şêniyên bajarê Girê Sipî ê Rojava Kurdistanê îro daketin caddeyan û xwepêşandan li dijî mîlîşyayên girêday Tirkiyê encam dan.
Li gor nerîngeha Sûrî a mafên mirovan, îro roja çarşemî 26/8/2020an, bi dehan şêniyên bajarê Girê Sipî ku piranî jê jin bûne, daketin caddeyan û slogan li dijî mîlîşyayên girêday Tirkiyê beriz kirin.
Ev xwepêşandan ji bo jineka Kurd hatine kirin ku duh roja sêşemî mîlîşyayên Bereya Şamîye bi ser mala wê de girtine û bi dijwarî lêxistine.
Xwepêşanderan xwest çekdarên ku ev cînayet pêkanî werin ceza kirin û hem wext ji berpirsiyarê polîsên Girê Sipyê were dûrxistin.
Li gor nerîngeha Sûrî, duh roja sêşemî şer û pevçûn bi sedema wê jinê li nêvbera polîsên leşkirî û çekdarên Bereya Şamîye derketîye û heya niha rewş li navenda bajar pir aloze.