Arteşên Tirkiyê û Rûsyê îro gereka çavdêriyê a hevbeş li sînorê bajarê Kobanê ê Rojava Kurdistanê encam dan.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê dest nîşan kir, îro roja pêncşemî 27/8/2020an, eskerên Tirk û ên Rûsya Federal, gereka çavdêriyê li hejmareke gundên sînorê bajarê Kobanê encam dane.
Dest nîşan kir, erebey û balefirên kopter ên leşkirî beşdarî di vê gerê da kirine û karwanê erebeyên eskeran di pêtirî 10 gundên Kobanê re derbas bûne.
Li gor lihevhatina kongireya Soçiyê li Rûsyayê, dewletên Tirkiyê û Rûsyayê li sala rabûrî biryar dabû gerên çavdêriyê ên hevbeş li Rojava Kurdistanê werin encam dayîn û ji wê demê ve, ev yek dewam dike.