Li Serê Kaniyê teqîn çêbû, kuştî û birîndar pirin

Serê Kaniyê

Teqînek îro li navenda bajarê Serê Kaniyê yê Rojava Kurdistanê çêbû, herî kêm 12 kesan canê xwe ji dest da û birîndar bûne.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemî 27/8/2020an, motorsikleka mayîn kirî li navenda bajarê Serê Kaniyê ê li jêr kontirola komên çekdarên girêday Tirkiyê teqîya û zirarên canî yên mezin li pey hatin.

Dest nîşan kir, ev teqîn li nêzî bazarê li doryana bi navê Berîd çêbûye, agahî didin xweya kirin ku li destpêka teqînê 2 wilatî hatine kuştin û pêtirî 12 ên din birîndar bûne.

Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, birîna hinek ji qurbanîyan pir dijware lew tê pîşbînî kirin hejmara kuştîyan zêdetir be.

Li 22 vê mehê, teqîneke din li bajarokê Silokê yê Rojava Kurdistanê çêbibû û bi wê sedemê hejmareka wilatîyan birîndar ketibûn.

Pustên heman beş