Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê êrîşên asmanî li çiyayê Metînî li Başûrê Kurdistanê encam dan û bi wê egerê 5 Gerîla jiyana xwe ji dest da.
Wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê îro roja şemî 29/8/2020ê eşkere kir, di êrîşeka asmanî da ku li çiyayê Metînî hatîye encam dan, livînên Partîya Karkerên Kurdistanê hatine hedef kirin û zirarên canî bi PKK ê ketine.
Li gor daxuyanîya wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê, di vê êrîşê da, 5 Gerîlayên PKK ê jiyana xwe ji dest dane.
Dewleta Tirkiyê du meh û nîve êrîşa ser Başûrê Kurdistanê bi egera PKK ê dest pê kirî, di vê demê da ziyana here mezin bi gundên Başûr bi taybet yên li sinorê parêzgeha Dihokê ketîye, nêzîkî 50 gundan hatîne vala kirin û PKK e roj bo rojê livînên xwe nêzîkî gund û bajarokan dike.