Li sînorê parêzgehiya Agirî a Bakurê Kurdistanê şer li nêvbera eskerên Tirk û Gerîlayên PKK ê qewmî, 2 esker hatin kuştin.
Çavkaniyên xwecihî li parêzgehiya Agiriyê eşkere kir, îro roja şemî 29/8/2020an, li Bayezîdê a navçeya Agirî şer li nêvbera eskerên Tirk û Gerîlayên PKK ê çêbû, di encamê de 2 esker hatine kuştin.
Her wiha dest nîşan kir, cesedên wan eskeran ji bo pizîşkîya dad ya Erzeromê hatine veguhastin û zirarên PKK ê nehatine zanîn.
Dewleta Tirkiyê hemwexta êrîşa ser Başûrê Kurdistanê, li devera Hekariyê, her wiha Licê ya Amedê operasyon li djî PKK ê dest pê kirine û bi hezaran esker têde beşdarin, niha qonaxa şeşemîn a operasyonê ku navê Yildirim lê kirine, li Licê tê meşandin, di qonaxên yêk heya 5an ya operasyonê de, 11 Gerîla canê xwe ji dest dane.