Piştî ku biçekkirina zarokan di nava HSD ê da karvedanên navxweyî û derekî li dûv xwe anî û Gelê Kurd û civaka navneteweyî bertek li dijî vê yekê diyar kirî û nerazîbûna xwe diyar kirî, Rêveberiya Xweser bi hevrêziya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re û ji bo rêgirtin li biçekkirina zarokan, mîkamîzmekê ji bo giliyan datînin.
Rêveberiya Xweser û HSD ê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand, wan mîkanîzmek danîye, ji bo welatî, malbat û alî û rêxistinên mirovî bikarin giliyê li dijî her proseyeke biçekkirina zarokan ji aliyê HSDê û hêzên di nava wê de bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye, li gor plana kar a di navbera HSD û Netewên Yekgirtî de di 29ê Hezîrana 2019an de hatiye îmzekirin û ji bo rêgirtin li biçekkirina zarokan û ciwanên di bin 18 saliyê re, ev mîkanîzm hatiye danîn.
Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin, Rêveberiya Xweser û HSD ê pabendî hemû pîvan û yasayên navdewletî yên taybet bi parastin û mafên zarokan dibin.
Di dama dawî de gelek gilî û gazin ji aliyê xelkê rojavayê Kurdistanê û rêxistinên mirovî de hatin kirin ku HSD û hêzên di nava wê de, hejmarek zarok û ciwanên di bin 18 saliyê re birine û ji bo çalakiyên çekdarî bi kar tînin.
Çavdêrên siyasî vê daxuyaniya hevbeş bi îtîrafek eşkere dizanin ji aliyê rêveberiya xweser û HSD ê ve ku zarokan çekdar dikin, herçend ku pêş niha rêveberiya xweser û HSD ê çendîn caran ragihandibû ku ew zarokan çekdar nakin û ev kare bi propaganda yên dujminan dida zanîn, lê bi gotna van çavdêran derkirina daxuyaniyek bi vî awa îtîrafek eşkere û zelale bi çekdar kirina zarokan ji aliyê HSD ê ve û ev kare di qanûnên navdewletî da jî qedexeye, jiberku li dijî mafên zarokan e.