PKK ê dest avêtîye revandina zarok û jinên Êzidî

Reftarên partîya Karkerên Kurdistanê û hêzên girêday wê li dijî gelê Êzidî li devera Şengalê dewam dikin, Êzidî dibêjn: “PKK e zarok, ciwan û jinên me di revîne”.

Qamqamê Şengalê Mehma Xelîl di daxuyanîyeke nivîskî de, bang li hikûmeta federal a Îraqê kir sînorekî ji bo karên PKK ê ên li dijî Êzidîyan bidane, taybet paş serdana vê dawiyê a berpirsiyarên leşkirî ên Îraqê ji bo devera Şengalê.

Qaîmqamê Şengalê di daxuyaniyê de dibêje: “li vê dawiyê şandên leşkirî ên hikûmeta Îraqê serdana Şengalê kirine ku ji serleşkir, wezîrê navxwe û şêwermendê ewlehîya netewî û hejmareke fermandarên beriz pêkhatibû û ew ji nêz haydarî rewşa Şengalê bûn, lê belê heya niha wan tu hengav li dijî kiryarên PKK ê ên di rasta gelê Êzidîyan de tên encam dayîn, neavêtine”.

Dest nîşan kir, PKK e û hêzên girêday wê li vê dawiyê dest avêtine revandina zarok û jinên Êzidî û paş revandinê ji bo zîndanên nihênî tên veguhastin.

Qaîmqamê Şengalê her wiha li derbara awareyên Şengalê got ku Êzidî 90%ê a şêniyên Şengalê pêk tînin, awareyên Şengalê bi sedema PKK ê neşên vegerin malên xwe û dest nîşan kir ku pêwîst bû şandên Îraqê li dema serdana Şengalê vê azara Êzidîyan ji rîhsipî û berpirsiyarên Êzidî ên deverê guh lê bibin.

Qamqamê Şengalê Partîya Karkerên Kurdistanê bi têkdana pêkhateya civaka Şengalê sûçbar kir û got ku PKK e sedema sereke a ji nav çûna Şengalê û neavedan kirina wê ye.

Her li vê derbarê de endamê berê yê encûmena parêzgehiya Neynewayê Macid Şengalî dibêje: pêwîst bû şandên hikûmeta Îraqê li destpêkê serdana Herêma Başûrê Kurdistanê kirban ji bo ku gaznidên gelê Şengalê yên di kampan da di jiyan dikin guh lê biban.

Her wiha eşkere kir, 80% ji awareyên Şengalê bi egera PKK ê nikarin vegerin malên xwe.

Her wiha dest nîşan kir ku eva niha li Şengalê çêdibe cînayeteke mirovî ye Heşda Şebî û Partîya Karkerên Kurdistanê jê berpirsiyarin û pêwîste hikûmeta Îraqê dawiyekê ji bo vê cînayetê bidane û Şengalê ji dest komên çekdaran derxe.

Pustên heman beş