Dirbekî giran bi eskerê Tirk ket

Dirbekî giran bi eskerê Tirk ket

Pevçûnên navbera arteşa Tirkiyê û Gerîlayên PKK ê dewam dikin, di 24 sa’etên rabûrî de, 4 Gerîla canê xwe ji dest da, li Bakurê wilat jî dirbekê herî giran bi eskerê Tirk ket.

Êrîşên dewleta Tirk ên bi sedema PKK ê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin, duh roja yekşemî 30/8/2020an balefirên ceng li devera Zapê xistîye, di encamê de 4 Gerîlayan canê xwe ji dest da, ciyên wan hatine îmha kirin.

Li Bakurê Kurdistanê operasyona ku arteşa Tirkiyê li Bazîdê dest pê kirîye didome, duh şerên giran li wê derê çîbûne, agahiyên ku HPG ê parvekirine amaje dikin ku 8 esker hatine ceza kirin.

Navenda ragihandin û çapemeniyê a HPG ê di daxuyanîyeke nivîskî de eşkere kir, li Bazîdê bi dûratîya çend metroyan Gerîlayan li eskerên Tirk xistîye, 8 esker hatine kuştin û 2 kozikên wan hatine îmha kirin.

Balefirên Tirk piştre derdûra navçeyê hedef kir û şewateke mezin çêbû.

Di daxuyanîya HPG ê de wiha hatîye: li 17 tebaxê balefiran li devera Zapê xistibû û Gerîlayeka wan bi navê Şîlan Koçer canê xwe ji dest dabû.

Dewleta Tirk û Partîya Karkerên Kurdistanê her di navbera çend rojekan de, bi daxuyaniyên nivîskî amarên zirarên canî yên hev parve dikin, lê belê tu çavkaniyên serbixwe nikarin wan amaran ser rast bikin.

Pustên heman beş