Komên çekdarên girêday Tirkiyê 11 hemwilatî ji gundên dorbera Efrînê revandine û ji bo serbest berdana wan daxwaza pereyan dikin, herî kêm 6 hezar dolaran ji bo her kesekî dixwazin.
Li gor rêxistina mafên mirovan li Efrînê, komên çekdarên girêday Tirkiyê ku hinek jê bi polîsên serbazî tên nav kirin, ji duh roja yekşemî 30/8/2020an 11 hemwilatiyên gundên dorbera Efrînê li Rojava Kurdistanê revandine, 3 ji wan kesên temen mezinin.
Dest nîşan kir, 6 kes ji gundê Çolaqa yê ser bi navçeya Cindirêsê hatine revandin, ji nava wan 3 kesên temen mezin hene.
Navên kesên hatine revandin wihane: Kemal Şêxo 80 sal, Ebdulrehman Sîdo 80 sal, Ebdulrehman Reşo 75 sal, Rostem Rîhanê 45 sal, Hemze Reşo 45 sal û Ehmed Reşo 40 salî ye.
Rêxistina mafên mirovan diyar kir, komên çekdaran di 2 mehên rabûrî da, pêtirî 15 kesan ji gundê Çolaqa revandibûn û li himber pereyan berdabûn.
Her di vê derbarê de, rêxistina mafên mirovan belav kir, giropek î çekdar li roja 29 î tebaxê, kesek bi navê Selah Birîmo ji gundê Kûra yê navçeya Racoyê revand û heya niha çarenivîsa wî nediyare.
Amaje bi wê jî da, giropa Emşat roja 15 î tebaxê 4 kes bi navên Es’ed Elo, Malşîn Elo, Ebdo Mihemed, Mihemed Heso ji gundê Mistka ê navçeya Şîyê revandin û piştî ji her kesekî 1200 heya 2000 lîreyên Tirkî standîn, berdan.
Li gor amarên rêxistina mafên mirovan, di nava dû mehên derbasbûyî de 160 hemwilatiyên Efrînê û navçeyên wê bi destê komên çekdaran hatine revandin.