Bizane Lavrov tu soz bi Îlham Ehmedê da

Bizane Lavrov tu soz bi Îlham Ehmedê da

Şandên Encûmena Sûryaya Demokratîk û Partîya Îradeya Gel ya Sûriyê ku partîyekek opozisyone, îro li Moskoyê li gel wezîrê karên derveyê Rûsyayê civîyan û pirsên lihevhatinê, bihêzkirina serwerîya Sûriyê û yekparçeyî ya wê hatin nîqaş kirin.

Di çarçûveya serdana şanda MSD ê bi serokatîya Îlham Ehmedê ji bo Rûsyayê, îro roja duşemî 31/8/2020an, cviînek li nêvbera şanda MSD ê û Partîya redeye Gel bi serokatîya Qedrî Cemîl û Sêrgî Lavrov wezîrê karên derveyê Rûsyayê hate li dar xistin.

Paş civînê Sêrgî Lavrov di daxuyanîyekê de eşkere kir ku pirsên girêdayî çareserîya siyasîya rewşa Sûriyê ji bo gihiştin bi çareserîyeke giştgîr li nêvbera aliyên Sûriyê, li jêr ronahîya biryara 2254 a Encûmena Ewlehiyê hatin nîqaş kirin.

Her wiha dest nîşan kir li vê derbarê de, helwesta Rûsyayê hate tekez kirin ku ewê piştgiryê bide danustendinên ji bo bihêz kirina serwerîya Sûriyê û yekparçeyî ya xaka wê û her wiha xewş kirina zemînesaziyê ji bo pêkvejiyana li nêvbera hemû pêkhatyên olî û netewî.

Îlham Ehmedê û Qedrî Cemîl, wezîrê Rûsî haydar kir ku wan bera civînê lihevhatinek li nêvbera MSD ê û Partîya Îrade da îmza kirîye.

Li derbara encamên civînê, endamê şanda MSD ê Hikmet Hebîb got: “Wezareta karên derve ya Rûsyayê piştrast kir ku wê piştigrîya beşdarîya nûnerên MSD ê û Rêveberiya Xweser di çareserîyan de bike, rayedarên Rûsyayê di wê baweriyê de ne ku bêy beşdarîya gelê Sûriyê çareserîya siyasî sernakeve.”

Her wiha dest nîşan kir ku di heman demê da aktîv kirina diyaloga Sûrî – Sûrî jî hate nîqaş kirin.

Hebîb da zanîn ku wezaretê piştrast kirîye ku ew wê piştigrîya beşdarîya bakur û rojhilatê Sûryayê bikin, li ser asta MSD ê yan jî li ser asta rêveberîya xweser.

Pustên heman beş