Wezareta karên derve ya Tirkiyê piştî ku şandeya Konseya Demokratîka Sûriyeyê federasyona Rûsyayê ziyaret kirî, wiha bertek nîşan da: “em ji federasyona Rûsyayê hêvî dikin ku li gor ruhê astanayê û sozên ku di civînên formata astanayê da hatin dayîn, tevbigerin û ji gavên xwe yên dibine sedema xizmet gihandinê bi rêxistinên ku têkilya wan bi PKK ra heye, dûr bikeve.”
Di daxuyaniya ku ji wezareta karên derve ya Tirkiyê hat dayîn da hat gotin, şanda Konseya Demokratîka SûrIyeyê ku di bin kontirola PKKÊ daye, ji aliyê federasyona Rûsyayê ve hat dewetkirin û miqamên fermî ew di asta payebilind da qebûl kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku qesta PKK jinavbirina yek parçeîya axa Sûriyeyê ye û wiha hat gotin: “PKK li qadên ku wek fîlî kontrol dike, zilmê li gelê herêmî dike, qesta wê jinavbirna yek parçeîya axa Sûriyeyê ye. PKK e ewlehiya neteweyî ya cînarên Sûriyeyê di serî da Tirkiyeyê tehdîd dike.”