Teqîneke bihêz li Silokê çêbû

Teqîneke bihêz li Silokê çêbû

Teqîneke bihêz îro li navenda bajarê Silokê yê Başûrê bajarê Girê Sipiyê çêbû, zirarên canî û maddî li pey hatin.

Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, îro roja sêşemî 1/9/2020an, bombeyeka bi dest çêkirî li navenda bajarê Silokê yê Başûrê bajarê Girê Spiyê girêday parêzgeha Reqqayê teqîya û bi wê sedemê 3 hemwilatî birîndar ketin.

Dest nîşan kir, zirarên mezin bi wê dera ku teqîn lê çêbûyî ketine, rewşa 2 birîndaran xerabe, tu alîyan berpirsiyarîya teqînê nehilgirtîye stoyê xwe.

Li 22 meha rabûrî teqneke din li bajarê Silokê yê li jêr kontirola komên mîlîşyayên girêday Tirkiyê çêbibû, wexta ku motorsikleke mayîn kirî li nêzî goristana bajêr teqiya bû.

Pustên heman beş