Hevjîna Selahetîn Demîrtaş eşkere kir, aliyên dewletê rê nedan Demîrtaş herdû keçên xo bibîne ku ji bo dîtna bavê xwe serdana zîndanan Edirneyê kirbûn.
Başak Demîrtaş hevjîna serokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan HDP ê ku di zîndana Edirneyê da ye, li hesaba xwe a twitter ê nivîsandîye: destûr nehate dan ku Demîrtaş herdû keçên xo bibîne ku ji bo dîtna bavê xwe wan seredana zîndana Edirneyê kirbû.
Başakê wiha nvîsandiye: karkerên ku di şert û mercên giran de neçarin kar bikin, kedkarên saziyên giştî, xebatkarên sektorên taybet, merovên di firokeyan de li tenişta hev rûdnên, kesên beşdarî çalakî û mîtîngên desthilatê dibin, Korona nagihe wan! Lê di hevdîtnên girtiyên girtîgehan de ku dirabe û cam di navberê da hene, li gel danîna maskeyê jî, Koronayê digihînin hezkiriyên xwe!.
Selahetîn Demîrtaş ji sala 2016an di zîndana Edirneyê daye, keçên wî Delal û Dilda ku ji bo dîtina bavê xwe serdana zîndanê kirbûn, rêveberîya zîndanê bi behaneya Korona vayrosê nehiştin ew bavê xwe bibînin.