Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê lîwayeke nû ji çekdarên Emşat yên ser bi oposizyona Sûriyê û Tirkiyê ve tê avakirin û biryare ew çekdar bo Lîbiya werin şandin.
Rêkxistina Mafên Mirovan a Efrîn ragihand, ku efserê bi navê EbdulMuin Ebû Xalid, ku bi xwe ji Deraayê ye, piştî ku dest ji kar ji nava polîsên leşkerî li Cindirêsê berda, niha Lîwayekî nû ji çekdarên Emşat ava dike.
Li gorî heman çavkaniyê, heya niha nêzîkî 150 çekdarn kom kirine û piraniya wan xelkê Deraayê ne.
Biryar e piştî ku ew lîwa bi temamî were pêkanîn, dê wan ji bo parastina xalên leşkerî yên Tirkiyê li Lîbyayê bişînin.
Herwiha ragihandin ku mûçeyê mehanê yê wan çekdarn bi qasî 1500 dolarane.