Civîna Makron û Nêçîrvan Barzanî dê ev mijar bin
Serokê herêma Başûrê Kurdistanê, îro seroktîya şandekî ji bo Bexdayê kir, ev serdan ji bo civîna li gel serokê Firensayê hatîye encam dayîn ku îro gihiştîye Bexdayê.
Emanwel Makron serokê Firensayê îro gihîşte Bexdayê, Makron dê digel sê seroktiyên Îraqê û her wiha serokê herêma Başûrê Kurdistanê, bicive.
Ji bo vê civînê ku dê paş nîvro were encam dayîn, Nêçîrvan Barzanî îro gihîşte Bexdayê û digel Mistefa Kazimî serok wezîrê Îraqê civîya, Nêçîrvan Barzanî dê digel Berhem Salih serok komar û Mihemed Helbûsî serokê parilmena Îraqê jî bicive.
Civîna serokê Başûrê Kurdistanê û serokê Firensayê, li ser daxwaza Makron bûye û îro piştî nîvro dê hête li darxistin, Makron dê tenê çend demjimêran li Bexdayê bimîne.
Li gor agahîyan, mijara serwerîya axa Îraqê, mijareka sereke ya gotûbêjên Makron û berpirsên Îraqê û kurdistanê ye, her wiha melefa piştigirîya Firensayê ji bo herêma Başûrê Kurdistanê, ew yek jî di demekê deye ku zêdetirî dû mehane Tirkye di nav axa Başûrê Kurdistanê û îraqê da, operasyonên serbazî pêk tîne.
Pirsgirêkên navbera Amerika û Îranê di nav sinorê Îraqê de, dê mijareka din ya gotûbêjên herdû alîyan be.
Tê zanîn Firensa bi yêk ji wilatên dostên dêrîn yên Başûrê Kurdistanê tê hesab kirin, di tev kirîzan de ji wilatên pêşeng bûye di piştigrî û alîkarîya Kurdistanê de.