Mîr Ismet Tehsîn Beg îro eşkere kir, gelê Şengalê naxwaze PKK e li navçeyên wan bimîne û got ku PKK e gencên jêr 18 saliyê di xapîne û meşqa serbazî pê dike.
Mîr Ismet Tehsîn Beg ku niha li ciyê mîrê Êzidîyan mîr Hazim Tehsîn Beg kar û barên Êzidîyan bi rêve dibe, daxuyanî li derbara rewşa Şengalê û vegerîna awareyan da, hem wext mijara hebûna çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê li navçeyê anî ziman.
Mîr Ismet dibêje: “Sedemên nevegerîna aware û penaberên Êzidî ji bo dû xalên sereke vedgere, ya yekemîn eve ku xizmetguzarî li navçeyê tunene û her wiha xala dûyemîn hebûna neşer’î a çekdarane ku bûne sedem li himber vegerîna awareyan”.
Dest nîşan kir, ew haydar bûne ku ev çekdar sinêle û ciwanên jêr 18 sal ên Êzidî di xapînin û meşqa leşkirî pê dikin û got: “Ev yêk li dijî yasayê ye û rêk pê nahêt dayîn”.
Li derbara rewşa Şengalê mîr Ismet Tehsîn Beg diyar kir, rewşa Êzidîyan li navçeyê xerabe û hinek caran ev griftên ji bo wan çêdibin ji karesata tebaxa 2014an kêmtir nîne û dibêje: “Ev 6 sal li ser karesata Şengalê derbas bûn û hêjan awareyên Êzidî di kampan de jiyan dikin, rewşa wan di kampan de xerabe”.
Di mijara hebûna çekdaran de li Şengalê, mîr Ismet eşkere kir ku ev çekdar bûne sedema têkdana navçeyê û xwest ew Şengalê bi cî bihêln û Şengal jibo xwediyên wê ên dirust bimîne.
Tê zanîn Partîya Karkerên Kurdistanê, paş rizgar kirina Şengalê ji bal Pêşmergeyên Başûrê wilat ve, ketine nava bajar û derdûra wê de, bi taybet paş bûyerên 16 Oktobera 2017an ku wan milê xwe xistîye bal Heşda Şebî û baregehên xwe li wir çêkirine.
Bi sedema hebûna PKK ê li Şengalê, ev navçe bi berdewamî dikeve ber êrîşên dewleta Tirkiyê û zirara van êrîşan tenê bi sivîlên Şengalê dikeve.
Îdareya Şengalê li rojên rabûrî eşkere kir ku li vê dawiyê PKK ê nêzî 70 ciwanên Êzidî revandine û xistine nava zîndanên nihênî de.